Xorte Kurd المدير العام
المؤهل المدرسي : جامعي الجنس : عدد المساهمات : 141 تاريخ التسجيل : 17/08/2009
| موضوع: روائع محمد شيخو الإثنين سبتمبر 28, 2009 2:46 pm | |
| Ay lê Gulê Ay lê Gulê Gula minê Şêrîna l’ber dilê minê Gulê nadim malê dinê Ez ser gulê têm kuştinê
Gulê kesk û sor û zer e Nîşana alê li ser e Êdî reng sipî û gewher e Şêrîn û peymana minê
Rengê te yê pir delalî Bilbil li ser te dinalî Te nebînim bi vî halî Armanc û kedera min î
Zordar dibê ez gul nadim Ezê zend û benda badim Ezê lê gilh û seradim Azad bibî b’şorşa minê Bi xudê ez pismamê te me Bi sûnd pesindarê te me Ser ceng û hewarê te me Qelenê te ji xwîna minê Helbest: Rêncber Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Eman dilo Eman dilo eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo Dil û kezeb tev bûn kulo Yar bû gul û ez bûm bilbilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo
Ji nav bexça meşî û bi rê ket Por wek herîr li ber bê ket Canê min ma û dilêm pêket Dil wek tîr ji kevan lê ket J’serêm çû hiş û aqilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo
Ji nav gulan derket meş tê Wek horîya ji nav bihuştê Ji gulan hilm û bêhna xweş tê Ji hêsra hûnarkem bûn şilo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo Di ber min re bihurî û dimeşe Yek li ber min kir wek şeş e Li pêş min kir şeva reş e Bûm birîndar û nexweş e Dil û kezeb tev bûn kulo Eman eman eman dilo Eman eman eman dilo Ji derdê yarê tim bi kulo Janê eşqê avêt dilo Helbest: Mihemed Elî Şakir Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Nesrîn Demê min tu dîtî Nesrîn Herdu çavêt di reş digrîn Ewan çava di gotne min Careka dîn tu min nabîn Dil û canêm tev bûne xwîn Ji hemîla min vebûn birîn Ji ber şenga didan zêrîn Ji ber şoxa bejin şêrîn Te dêm têkel befr û xwîn Tu j'gula buy gula Nesrîn
Buhar behî, Nesrîn werya, Kevnenêrî li ser çêrya Heyfa min têt Nesrîn girya Rondik weryan ser wan rûya Ew çavê reş gelek girya Nesrîn xwezî te bibînim, Tu şîn bibî careka dî Ne li vê dinê li dinek din Ne li vî warî li warekî din Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Xemcivîn Ez bûme pîrê xemcivîn Bê hiş û mest û jêr nivîn Li dil vebûne sed birîn Ji ber evîna şoxa şêrîn Bilbil civanê gulê ye
Evîna te ez pîr kirim Bê can û hem bê bîr kirim Bêçar kirim, xembar kirim Şaş û nezan û jar kirim Bilbil civanê gulê ye
Dilê xemgîn kir êş û jan Agir berda hinav û can Hey zalimê bê bawerê Ma kanê peymana berê Bilbil civanê gulê ye Helbest: Sebrî Botanî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Yar Gewrê Carekê min dit ji xwe re gewrek Çavê wi reş û belek Xwe berda nav dilê min Min jê hez kirî gelek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Hat bîra min birh û çaw Lêv û diranê li hev Bejn û bala teyê zirav Porê tarî weke şev Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min
Ez û gewrê bûn dilek Bûne rihek bûn canek Tu car gewrê ji bîr nakim Ji niha û sed û salek Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Nesîbê me tev rabû Ne b’destê min û te bû Xêrnexwaza em dûr xistin Lê dilê min li cem te bu Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Binêr li min û vî halî Ji eşq û xema ez dihelim Wextê çawêmin li te ket Keser xwe ser da alî Ay gewrê ay gewrê ay gewrê gewra min Helbest: Kemal Şanbaz Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Şêrînê nû gîhayê Şêrînê gewr û rind e Lihevhatî û bilid e Pêçî ji mûm û find e Şêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Were şêrîn li ba min Xeman nexwe seba min Were rûnê li ba min Şêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Dîlber çiqas delal e Bê hogir û heval e Her dem me dil li bal e Şêrînê nû gîhayê Li ser min pir bihayî Rabe çaxa xewê ye Bê te xewa min nayê Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Ax û yeman Şikrayê Sebra min bê te nayê Şêrînê nû gîhayê Te ez xistim te ez helandim Te ez berdame dinyayê Te ez berdame dinyayê
Ax û yeman Şikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Şikrayê
Nazik û navgiran î Tu bi derdê dilan zanî Agir berda vê canê Hên jî tu nayî rayê Hên jî tu nayî rayê
Ax û yeman Şikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Şikrayê
Bûm nexweşek bê derman J’derdê kitek ramûsan M’nedî wek te bê îman Tere ketim belayê Ax û yeman Şikrayê
Ax û yeman Şikrayê Rê dûr e xeber nayê Çavê min rê de maye Ax û yeman Şikrayê Gotin û Muzîk: Gelêrî ______________________
Di xew de Di xew de ez çûme şûn wara Nale nalê van dîdara Ax û ofê evan yara Nedihat dengê van dildaran Leyla rabû xwe di min wer kir Go dildaro te çi li min kir Te dil fêrî dildariyê kir Te ez hêlam te xwe ker kir Leylayê çi di min nehêla Giyanê min kir têk şêla Min go diçim wê nehêla Gêrandim ser kavl û kêla Go baş e tu çawa hatî Baş bû kesî tu nedîtî Xwezî bi saxiya xwe min dîtî Gerdena min te têr mêtî Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo Ez der bûm Ez der bûm dinyayê bi şîn û bi ser Ez bûme xerîb geram der bi der Felek roja min çû nehat û nema Te ez berdayîme deştan û çema Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Were were Were were li nik min rûne Dilêm kul e bikewîne Eger rojê ez te nebînim Hemî dema li min girîn e Were were reng esmerê Wek kulîlka li pencerê Şev û rojê di xeyalê de Dil û hinav hatin derê Were were çavêd belek Wê xwedana pirça xelek Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe Kulê dilêm bûne gellek Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Min canek dît Min canek dît li nav çiya Ronahî da çar aliya Rawestam bin sîka biya Nexweş bûm ketme nav ciya Hişyar kirim qêjnawê Min xwe avêt ber piyêt wê Ber perekî mezin ya wê Min jî guh da gazinêt wê Nesaxeke giran im ez Ya bê pirs û bê derman im ez Bê Xudan û sexbîr im ez Ya bê bab û semyan im ez Ferhad ez im şêrîna min Wey te xwelî bi serserê min Wey nazik û serbara min Kul û gazinda neke ji min Kaxeza ji kê re biweşînim Perda çî şêxî bi hêjîn im Ser kêleya çê çakî rûnim Dermanê te ji kîre bînim Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Dilvîna min Min canê dît bi çavêd zil Min yarê dît bi dilê kul War û hêlîn bûne kavil Min tu hêlayî Belê ne j’dil Dilvîna min, dilvîna min Ji nav baxî ez hatim çinîn Dûr ketim ji warê şêrîn Kilêz bit jî nabe hêlîn Bê awaz û cejn û narîn Dilvîna min, dilvîna min Bigrîm bo xo ya ji bo te Li ser xo ra sotim bo te Sûnd bi kavl û wêranya te Dîlber nadît evîna te Dilvîna min, dilvîna min Qalka zika her bihilavê Berba çûye ber barovê Şerme li testûrî ravê Du car bikevî yek davê Dilvîna min, dilvîna min Kaniya te av jê fîrkirî Te nedizanî ya dafkirî Te girêdan çav û burî Xewn bû go tu ser da birî Dilvîna min, dilvîna min Were guh bide vê pestê Ezê dijîm çerxa bîstê Ger liv livîm dibên rast e Ger nexweş bûm ketme xestê Dilvîna min, dilvîna min Helbest: Mistefa Artûşî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Cana şêrîn Ma te çend keç hilbijartin Te bi destê xwe veşartin Çend serhatî bi ser te hatin Ma te bo çi qîz negirtin Ey can canê cana şêrîn Te du pirsyar ji min kirin Car revend in car koçer in Nizanim kê em jê kirîn Şibê de ta roj diçû ava Ta ku heft nîvekê şeva Her ez bûm şevgerêt şeva Ez bûm per canê van çava Revend im ez revandim ez Revendekî bi lez û bez Yê bê reşmal û koz û pez Ji dîtina te têr nabim ez Helbest: Mistefa Artûşî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Rabe ji xewê Rabe ji xewê çavê raketî Dilêm şewitî agir pêketî Şêrîna min çû tu dil vêketî Lê çibkim îro ji dest min derketî Şêrîna min bir zalim neyara Ez mame feqîr mam li ber dîwara Ez bandikim qêrîn hewara Kî serhêlîn e kî ji xew şiyar e Ser min zivistan, ka bihara min Şêrîna min ket dest neyarê min Wê li min qut kir ziman zarê min Li min xopan kir şûn û warê min Çi dem bê ser min ji biharê dila Ku bê guhê min dengê bilbila Ez wê hilgirim ser herdu dila Ez pê dermankim derd û kula Helbest: Bêbihar Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Hebs û zindan Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê Ji eşq û evîna gulê ketme belayê Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê Min go gulê were vir, go ez bêwext nayêm Gula min kesk û sor heyran gula min geş e Gula min bi xelkê tal e bi min pir xweş e Dunya li ser me ron heyran bextê me reş e Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe Gula min rengîn e heyran gul sor û zer e Hebs û zindan tê ez rizyam gul bê xeber e Gula min bindest e heyran bi kul û keser e Dest ji gulê bernadim can bidim ser e Gula min tu xeyidî min guneh çêkir Te ji min re çi got û min can û dil kir Mal û can dabû ser heyran gelek hindik kir Rêka min gelek dûr bû va işqê kin kir Helbest: Bêbihar Muzîk: Bêbihar ______________________ Gulîzar Gulîzar Gulîzar... Ezê rûniştî me li bin darên serê kaniyê Min dî Gulîzara min av dianî... Pişta xwe da min, kirî meşek bi giranî Min ba kirê Gulîzar Gulîzar Gulîzar Tu bihara emrê min î Gulîzarê Were were Gulîzarê Sifet wek heyva biharê Tu wek kulîlka hinarê Wer ji min re tu xweş yarê Gulîzara’m tu delal î Tu delal t xweş heval î Binêr li min û vî halî Hêstir ji çavêm tên xwarê Gulîzaram tu xweş xatûn Aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn Hela were dîlber tu rûn Ji sibê heta êvarê Min li te nêrî min axîn kişand Min axîn kişand dlêm êşiya Ez bûm wek dîn û serxweşa Ez bang dikim şêrîn yarê Gulîzaram li dibistanê Çente bi desta li eywanê Xelk û alem tev dizanê Weke berfa li ser zinarê ______________________ Perwîn Perwîn keça nûgihiştî Ew delala xwedê hiştî Çaxa serê xwe li min hilda Cerg û dilê min biriştî Çiqas bêjim pir şêrîn e Keça têra min nalîne Ji ber bext û peymanê xwe Du reşmara li min werîne Du reşmar û herdu kezî Min go rabe wê go bixwazî Çaxa berê me ket welat Hêvî û gazî li pey me bezî Welatê min sor û şîn e Tevde buhara rengîn e Hinga min dî av û kevî Nûka xweda min mizgîn e Em vegeriyan ji welat e Me ne sebr û ne tebat e Mehra dila em hatin mal Qehra mezin ma welat e Helbest: Bêbihar Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Eyd û erefat Gava li me hat eyd û erefat Roka sibê li me hilat Ew dil û can ji ter kir xelat Hew xeyrî van bi destê miv’ hat Dilê min bû behra bêbinî Tu bû gemî lê sekinî Te ez helandime ji binî Evîna me bû serpêhatî Kanî ew sozê te û min Ka ehdê te li ber destê min Tu bi kud’ bir ew dilê min Ew ehd û soz kêr min nehat Gava tu li ber çavê min bû Cîhan li ber min heyv û ro bû Gava tu ji ber min dûr dibû Bê te qet sebra min nehat Ka hêlîna me ava kir Xewnê şeva me esas lêkir Bayê ber tavê xerakir Ji serê min bir hiş û mat Kê dinya hejand Kê dinya hejand Kê dûlab gerand Ew Barzanî kak Rabû şûr kişand Kurd hatin bi dor Bê kotek û zor Rijandin xwîna sor Barzan lê şikand Yek ji wa Barzan Ew bazê pehlewan Ew Mehdiyê zaman Bi mêranî heyf hiland Ne dêwê guhder´z Ne ristem û gurz Bê himet û hêz Barzanî nav stand De hêvî ma xweda Himetê bid’ Kurda Wan mêr û merda Xwîna xwe rijand ______________________ Pir şêrîn e Kurdistan pir şêrîn e Tevde mêrg û kanî ne Ew buhuşta cîhanê Buhuşt xeyrî wê nîne Pênc hezar sal em hebûn Em tevde azade bûn Millet tev bindestê me Yek ji me Selahidîn e Welato tu pir hêja yî Tu welatê me Kurda yî Di cîhan de tu deng dayî Tu weke find û çira yî Ka we ke Kurdistanê Ji xeyrî dîn û îmanê Ji te re bibim bi qurban Roja cejna qurbanê Wan darê xox û rêva Bimeşe û bixwe bi lêva Kî heye milletê wa Ji xeyrî me Kurda pê va Helbest: Rêncber Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Aso ey hawar Aso ey hawar agir berbîne Aso cerg û dil tijî birîn e Herdu çav herdu çav tijî girîn e Dest û pê dest û pê bo te girtî ne Ey hawar e ey hawar e Bû bû Aso bû zalim bû Aso kulîlk e di nav berfê de Aso stran e dilê min lê da Ev roka wer kê dîtiye cana min Cana min ma bo çiye Aso stêra geş tu car nagihêmê Aso kuştî me ji ber vê şermê Evînî bo çi ya şerm e Li nik me ya bi tirs û sehm e ______________________ Şivan Dînê lê lê Şivan pez daxist ji çiyê Ay dînê lê lê Birî dora kaniyê Ay dînê lê lê Bêrîvan çûn pêşiyê Ay dînê lê lê Dotin bizin tev miyê Ay dînê lê lê Şivan pez anî zinêr... Ber kendala rê du gur... Berxê biçûk me kir nagir Çêran a li nav gul û giyê Şivan pez anî welêt Nav bexçe tev dar û sêv Van gîska kir kire-kir Çêra li nav gul û giyê Pez anî dora bîrê Sazî kir bi wê bilûrê Kotan xwe da hemberê Kerî girt dora miyê ______________________ Mixabin Mixab bi navê jînê Sotim derdê evînê Ma ne bes e şêrînê Were şêrînê canê Ji dil derxe vê janê Bila herkes bizanê Ma bo çi ye ev evîn Jana wê ku nebe jîn Ey dîlbera xemrevîn Tenê tu yî zîna min Armanc û evîna min Wêran neke jîna min Helbest: Sebrî Botanî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Dil kuştiyê Dil kuştiyê awirên çavên te Dil girtiyê reşmûyên çavên wê Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn Li hember min rabe ser xwe weke roj Ji ber singê cana min bişkoj Navzirav rû gulav ser dilav Yarê ez kuştim li min nabê êvar Derman çi ye kes nizane bes yar Renge rû tarî mû rinde rû Min dil daye buhayê du sêva Min can daye buhayê du lêva Dev li ken, lêv û çen, xweş beden Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Keça delal Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der Xortê hêja menale ruh li te nema Te çi li min divê serseran va li ber te me Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim Ji min dûr ket Tu ji min dûr ket şêrîn Êşê avêt hinavê min Wez birîndar tim li ber çavê min Hat bîra min ew rojên geş Min buhurand bi dilkî xweş Tim tu bihara dilê min bû Pir kêfxweş bûm bi wa çavêd reş Min gazî kir dilo rabe Di nav dila de tim xuya be Çima tu tim kêfxweş nabe Çima gula te geş nabe Li min vegerand ez dinalim Wez brîndarek bêhal im Ji ax û hesreta dikalim Ji şêxê re ez evîndar im Helbest: Beşîr Çeçan Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Ey felek Ey felek bo te dinalim Bo çi nêrgiz çilmisîn Ew çima bextê me ho ye Em bê dost û bêkes in Qe dihêt ma qe dihêt Ew roja min û hewe divê Kanîka arî bizêt û Jê vexwin çend me bivêt Agirê sra û vemirî Çav me lê tê geş bibî Ew buhara tehnî kuştî Hêvîdar in xweş bibî Helbest: Bedir Xan Sindî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Her erom Her erom erom Dilim elerzê amoza can Lembecê ma wa Mi gerden berzê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Li te digerim Menzîl bi menzîl amoza can Min lişwênê dil Dil li şwînî gul amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Aşe bextê min Reşî benwênê amoza can Kê dî we buhar Gul hel werênê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î ______________________ Fermisî dilre Berdî lê dibarê amoza can Çûn dilê hinê Ya bê te xwarê amoza can Amoza tû bala berz î Amoza tu bo min ferz î Di zindanê dinalim Di zindanê dinalim ez Sibê de heta êvarê Çava vedikim te nabînim Tu ji min dûrket şêrîn yarê Evîndarê te bûm dinê Va îro tu mi dihilîne Çavrondika dibarîne Dil bi çav re dinalîne Tu gul bû min tu bîn dikir Çiqa gava ez hatim hundir Tu dûr ket te dilê min bi xwe re bir Tenha te ez hiştim şêrînê Dikim derim ji dinyayê Ka soza ku te bi mir dayê Te hewara min his nayê Gelo tu ji ku diaxînê Axîna min û te bi tenê Çare tune jê re li dinê Ma dost nîne li vê dinê Cergê me suht vê evînê Helbest û Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Rewşa civata Rewşa civat û cihêla Gerdena van bejin kêla Xudena sê pel û pêla Van sê pela civat kêla Rûnişte xwar rûs û çîplaq Şîrê spiye gûzik û paq Ron û geşbûn dîwar û taq Fermiskê berfîne pê û loq Rêk û pêk û mişt û tijî Berdan ava birc û bijî Xwe lê zivirand û girnijî Got ez im dîlbera mijî Bibîne silava gulya Hawar bû req-reqa tilya Civat bi carkê hel hilya Kes nema go ne azerya Çihêla destêt xwe hildan Kura li keça çav wer badan Bû seyran û çeple lêdan Hemî rexa bû maç lêdan ______________________ Kewê Kewê xortê ser çiya bûm Her bilbilê awaza bûm Dengê cihêlê genca bûm Min deng dabû çiya û newal Xort û lawên min heval bûn Aşiqê dengê zelal bûn Li ber çêla geşe gul bûn Rewneq dabû bask û kendal Ref ref hatin dildarêt me Li dûv deng û awazêt me Ji ber hawar û gazinêt me Dîlan kirin cihêl û kal Çiya me li ser awaz xwendî Mêrga me lê dilan re çandî Cergê lawa pê hejandî Îro mame bêdeng û lal Bextê we me ey hevalê Ey tolazên pîr û kalê Di wê rojê de em binalin Da ji bîr nekin neçit ji bal Helbest: Xelef Zebarî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________
Şermîn e dil Şermîn e dil dê çawa şevçiraxim tariya Bo wê bêjim har û gêjim... dil berêjim min viya Lew şêrînê nazenînê em ketin derdê evînê Rewşen û şoxa dila xanzada textê evînê Ew buhara li dêmê rijtî lê belavin lal û gul Kew bi sohtin lê dixwînin, hêr û janê ev ro dil Ger me zanî tu çi reng î... da bîna me hêt Ne torîn û ne perî ne meye me ji dil divêt Ji meya dilêvan dibarit bi rengekî sor û zelal... Helbest: Bedirxan Sindî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Xortên me Xortên me lê ne bê jimar Gêwên nehing in nav û dar Serbestî û azadîkar Jînê dixwazin bê hedar Kurd im min azadî divêt Xwînê dirêjin bo welêt Şûnê didim xew li me nebê Heya ji cî rakim neyar Hew hêvî û gazî bikin Ger em nebin dost dê çi kin Derdê bi dest derman nekin Lê em dimînin bendewar Hingî me go em westiyan Heya bi Çînê em gihan Dengê me çû koma cîhan Kesik li me nabê şiyar Ala bi aştî ya bi zor Ferz e li me hildanê jor Yan bêne kuştin tev li dor Şerm e ji vê em bêne xwar Helbest: Ehmedê Şêxo salih Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Çavên xwe veke Çavên xwe veke birîndarê min Mêvanê te me kovandarê min Bo min biaxêve evîndarê min Li hêviya te me nêçirvanê min Şermîn mêvanî belêt di xewnê da Dê min hêlêve gel rojê helda Rêka dildara ji nîvşevê pê da Ne şareza bûm ketme divê şikê da Çi ra derdê xwe ji min ra nabêjî Salek duwazde meh tu herî gêj î Ji dûriyê hatim mêvan im e jî Hilo biaxêve bû dilê tijî Şermîn çavêt xwe ez neşêm vekim Ji vê pirsyarê şermîn dê ji te kim Ev ser şoyabêt ez dilkî rêkim Ji kanya çavê te sed pîka fire kim ______________________ Xem û xeyal Xem û xeyalên te ez revandim Li çol û kilala te ez gihandim Ji ber sotim, te ez şewandim Bayê evîna te ez hejandim Dildarê rûyê di singê te me Çelengê çakê mêvanê te me Ji ber fermana te eleste me Sondê serê te, te ez helandim Dêrsim û Agirî di taca te bi Sîpan û Cûdî di burhên te bi Rewan, Derya Wan çavên te bin Rondikên çavên te ez pêlandim Şingal û bêxêr di biskên te bin Sindî û Gulî guharên te bin Geliyê Elî jî lêvên te bin Tûj awirên çavên te ez şewandim Dîjle û ferat di keziyên te bi Kerkûk û Hewlêr du singê te bi Sersing û Şeqlawa di devên te bi Şêrîn zimanê te ez vejandim Hemrîn û Metîn di rûkên te bin Zozik û Şêrîn di guhên te bin Barzanî bi xwe zimanê te bî Li dora cîhanê te ez gerandim Gera cîhan tev hemû ji ber te bî Pêşmergên dilêr nîşana te bî Ala kesk û sor li ser singê te bî Şahî û cejna xwe te ez gerandim ______________________ Çipka xunavê Çipka xunavê li ser nêrgizê Carek dî hatî nav hoz û kuzê Çavêt reş hibrin li ser kaxezê Te navşêrînê yar belengazê Ta kengî bijîn bê jîn û viyan belengazê Ta kengî bijîn bê çare û derman Dema awazê vînê me lêda Dê bûme kene bê şermî û tawan Evîna xelkê şadî û huner e Bo çi evîna me pir şerm û gir e Dîroka vînê neşîm ji bîr kim Ji serhatiya ya mişt û pir e Xin û xişkokê da bo te bêjim Ez dê gazinda bo te verêjim Ez evîndar im xelkê ez nevêm Ez rastî bêjim yara ez nevêm Xemê dilê min pir vîn û sax key Xemê rondika hişk û zuha key Dergehê jînê ji bo me vekey Şahî û govenda ji bo me karkey ______________________ Sînem Lê lê Sînem çiya bilind e ez te nabînim Erê bêbavê dinê min go mektûbekê bişîne Cizîra Botan jî bo ez bi xwîn im Sînem Erê eger tu nexweş î ez textor im û ez hekîm im Gotin û Muzîk: Gelêrî ______________________ Pêşkevin Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî Wa milletê Kurdî Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im Wa milletê Kurdî Kurdistan êdî menale lawê te hatin Xwendevan xwînfiroşê axa welat in Wa milletê Kurdî Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser Wa milletê Kurdî Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim Wa milletê Kurdî Helbest: M. Ehmedê Namî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Keçka gundê me Ez keç im keça gundan im Kulîlka serê lawan im Rîhana rêz û çeman im Lawiko ez bêrîvan im Delalê tu xwînşêrîn î Dil req î lêv hingivîn î Mij xorta gava min dibînî Bêriyê ez evîndar im Lawiko evînî şerm e Geleka bi tirs û sehm e Evînî guneh e li dev me Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêjin rihanê Kulilka heyva gulanê Rêzana xweşiya jîyanê Delalê ez evîndar im Lawiko were mala me Min bixwaze û sehke kilame Gustilkê bike tilîya min Lawiko ez bêrîvan im Delalê bêje bavê xwe Min bide û dewlet serê xwe Qayil ke delalê dilê xwe Bêrîyê ez evîndar im Helbest: Ebdulezîz Sefer Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Min bihîstî Min bihîstî tu nexweş e dilo Çibkim bextê min tim reş e dilo Dilê min herdem dikule dilo Carekî nebûye geş e
Delala min tu pir têşî dilo Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo Bendî te mam ez heliyam dilo Tu kulê xwe ji min re bêjî Nayêm ba we li min negrî dilo Çima wilo tu bêsebr î dilo Evîna te ez helandim dilo Ma sozê te heya kengî Hêstir ji çavê min tên xwarê dilo Weke xunava biharê dilo Alem tevde dikevin xewê dilo Çavê min ji bo te şiyar in Helbest: Kemal Şanbaz Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Axîna min tim ji dil tê Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Şev û rojêm dirêj kirin, dirêj kirin Çav ji xewa bêpar kirin, bêpar kirin Kul û xema bi hevre kirin, bi hevre kirin Ta di dilde xwe bi cî kirin, xwe bi cî kirin Çav û dilêm bûne gunehkar Her civandin ta kirine bar Ev derdê pir nayêne jimar Xwe berdan ser dil wek kurmê dar Helbest: Hilal Botanî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ êmê Ay lê êmê, nazikê, nazdarê, sermezinê Aqilkêmê beybûna welatê Diyarbekir Hênikahiya welatêm Mûşê sozdara min î Vî zemanî rabe êmê Ay lê êmê bêbavê min go ez bi Yarimtepa şewitî diketim Minê dî li kutê biya lê mi dî sê zeryê Mala kalo hat û dimeşiyan Lê meşa van keçika Nebû meşa hakima, qeymeqama, yuzbaşiya êmê Erê dengê van bêbavan Nebû dengê naqosa, mifrediya Lê bêna van keçika Nebû bêhna misk û emberê şûşa kolonya Bi ser kambaxê gundê me de furiya Hevalno hogirno le min go bejna êma Hemo Takrihana devê çemê wezê xeşîm im zaro me nema Zanim ji kîjan alî de bêmê êma ma Gotin û Muzîk: Gelêrî ______________________ Axîna min Xwedê çawa gul we re çêkir Nexşek nema li wê bejnê kir Wextê çav dî gul bi xemê kir Herdiwa di dil de hêlîn çêkir Axîna min tim ji dil tê tim ji dil Lê min xist merez û kul, xem û kul Hiner birin ji dest û mil, ji dest û mil Hisret kirin ji dîtina gul, ji dîtina gul Helbest: Hilal Botanî Muzîk: Mihemed Şêxo ______________________ Berdilê min Berdilê min pir şêrîn e Wek kulîlka bi hilm û bîn e Dilê min bo wê bi evîn e Bê te min gazî û qîrîn e Derdê te weke Xabûr e Bêbinî û kûr û dûr e Pêlin gir in ê din hûr in Limin xistin birîn dûr in Çi Xabûrek bê devî Wek geliyê dudevî Tu ji mir bûye derd û keder Tu car ji bala min nayê der Wej’ evîna te nakim der Tu ji mir’ bûye kul û keser Hela were şêrînê Derman bike vê birînê Piştî herdu çavê belek Min heznekir hîna kesek Belkî vegerî li me felek Herdu dila dîsa bi yek Miradê me bi cî werê Eşa dila pê derê Kengî li mew bê dem û dewran Vegerê li me rojê ciwan Bê me cejna herdu filan Bê me bîna gul û baxan Miradê me bi cî werê Eşa dila pê derê Muzîk : Mihemed Şêxo ______________________ Mihemedo ronî Mihemedo ronî min go, minê çi ji te re got û tu xeyidî Lê ava gola li min û Mihemedê min cemidî Giyakê çola li min û Mihemedê min seridî Lê heke yê neqeba herdu dilê şêrîn xera bike Lê eger qîz bê tu car nezewicî Erê eger jin bê tu car newelidî Lê eger xort bê bi ciwanîka xwe şa nebî Gotin û Muzîk: Gelêrî
| |
|