Xorte Kurd المدير العام
المؤهل المدرسي : جامعي الجنس : عدد المساهمات : 141 تاريخ التسجيل : 17/08/2009
| موضوع: Chopî الإثنين سبتمبر 28, 2009 2:00 pm | |
| Xoşewîstim çît naw binêm Xoşewîstim çît naw binêm Katê eşqit wek agire û Hemû satê esûtênê, diley bê cêm Rêbiwarêkî mandû nenas Wêl û tenya bo kiwê eroy Be şiwênta dêm Ger win bît lêm egrim şiwên pêt Wek perwane be şiwênta egerêm Be şewanîş wek xermane Dewrî mangî gonat egrim Weku karwançyekî wêl Berew lat dêm Hewargey min çawekante Katê hatim mepirse lêm Min çîm û kêm Belê gulim be tenya to Çawekanit bo min bote Hewarge û cêm Ger win bît lêm egrim şiwên pêt Wek perwane be şiwênta egerêm Katê hatim Romanî xoşewîstîmit bo bas dekem Ne ruî xotim lê wergêre Ne dergaî dillit daxe lêm Hênde witim giwê bigre lêm Ziman şika Mang û xor û ta estêreş Hatne tika Heta key le dût bigerêm Bese çî tir Çawim bote gomî xiwên û Le culeş kewtin dest û pêm Ger win bît lêm egrim şiwênpêt Wek perwane be şiwênta egerêm Ta key, ta kiwê be şiwêntan dêm Honrawey : Mofaq Kamal Awazî: Ako
Serçawey awêk Serçawey awêk kelekêk le ser Jinêk têy eçê, jinêk dête der Emeş le dêda kanî jinane, Qîbley dildarî her zekarane
Siyaçemane... Siyaçemane Beheştî eşqe em hewramane Siyaçemane... Siyaçemane Hewraman cêgay siya çemane
Êwaran pol pol lawî kakol lûl sererê egrin, sergerm û ecûl, herçend harey dê heyasey cwanêk, le hêlaney dem efrê amanêk
siyaçemane... Siyaçemane beheştî eşqe em hewramane siyaçemane... Siyaçemane hewraman cêgay siya çemane
eşqî êwarey sererêy kanî, ber edate çem kilpey goranî roj awa ebê, çem tarîk daye dengî (kina leyl) her dwayî naye
siyaçemane... Siyaçemane beheştî eşqe em hewramane siyaçemane... Siyaçemane hewraman cêgay siya çemane Honrawey : Goran Awazî : Burhan Muftî
Legel xem bûme hawdem Legel xem bûme hawdem, dem be dem her şîne kirdarim neka bawer nekeyt, tuxwa bibîne reng û ruxsarim
jiyanim wek nemane,bezm û şayîm şîwenî germe be dîmen aqil û jîrim, belam dêwane reftarim
be corê derdî durît karî kirde benbenî cestem hemîşe mat û xemgîn û zelîl û dîl û bîmarim
nexwazella le katêka le batî mujdeyî weslit welamekî fîraqit daye dest cestey birîndarim
deba îtir tehemul kem nebunî nurî du çawit le rêgey şax û daxî dirk û dalî weslî dildarim Honrawey : Bêwey Awazî: Burhan Muftî
Yara min yara min ê bedew e çavreşa nava gund e yar Melekê bejna Narê sorgulî deşt û zozan xemilî agirê dilêm visîne de tu were cem min
yara min a bilind e kulîlka nava gund e yar Melekê bejna Narê sorgulî deşt û zozan xemilî agirê dilêm visîne de tu were cem min
Kirasê te meles e kirasê te meles e hawar lê hawar lê hawar lê min da bû ber meqes e can û can can qurban iro min dosta xwe dît hawar lê hawar lê hawar lê porsorê çavî reş ê can û can can qurban
kirasê te medrûm e hawar lê hawar lê hawar lê hûrik hûrik didrûme can û can can qurban heçî yara wî tune hawar lê hawar lê hawar lê ji her du dinya mehrum e can û can can qurban Awaz u honrawe: folklor
Le mehzunan Le mehzunan bela dur bê bipirse le azîzan xeterbare wek pirse wefadarbuy eger mawî wek caran bipirse le haletî şewqî yaran ke min lêre bo hezî dilî reqîb bibme Îsa û bibme qurbanî selîb be yek nameş du`iy dilit binêre berqîş bo Yusifî gumbu her xêre xoşî kilafey gherîbî badawe bêxeber em dile şête wa mawe desa ey mehbûbî dilim metirse le halî eşqî şêtêk bipirse. Honrawe: Serkewt Resul Awazî : Wrya Ahmed
Xoşewîstekem Xoşewîstekem egerêtewe her le êstawe bexêr bêtewe lew rojewe yarekem ruîştuwe xew lew du çawey min nekewtuwe xwaye to bîkey aw helnesabê lafaw rêgakey lê têk nedabê nazanim katê eçime pêşwazî bekam diyarî ciwan bikêşim nazî gul be pêşkeşî şermezar ebê ruy ew derkewê key gul dyar ebê ger bilêm fermu ewe çawanim bêçawb îm be çî le ruy birwanim ewe çawerêm yar bigerêtewe bexêrbêtewe yar bexêrbêtewe Honrawey: Medhoş Awazî: Burhan Muftî
Hevala min Hevala min saz çu ser karêda delala min saz çu ser karêda bûk xemilandin bin darêda bûk xemilandin bin darêda hevala min megri melorine delala min megri melorine zava delale gelek şirine zava delale gelek şirine
Dêre sorê Dêre sorê biçûkê lê lê lê lê lê dêre sorê biçûkê der bihinav neynûkê par qîz bû îsal bûk ê lê lê lê lê lê par qîz bû îsal bûk ê berxê sebra mala minê lê lê lê lê
dêre sorê mezin e lê lê lê lê dêre sorê mezin e ber bi hine û bazin e par qîz bû îsal jin e lê lê lê lê par qîz bû îsal jin e berxê sebra mala minê lê lê lê lê Narê Narê narê hoy narê narê rû sorê wek henarê narê min çave belek xwarê narê sibe nîvro êvarê narê
narê biske xwe şekir narê hine lê destê xwe kir narê desmala xwe lê barkir narê serê govende xweş kir narê Awaz û honrawe :Folklor
Xemî dûrî to Xemî dûrî to away lêkirdûm her be zindûyî elêyî mirdûm kesê neybû bê îderd durî yar tênage le hal gherîbî dilzar dil gherîb wekû dîwexan xeme gherîb mîwandar derd u esteme şewanim talle rojanim tare jînî gherîbî le rûm diyare hal niye zartir le halî min bêt mal niye wêran wek malî min bêt pêwîstîm pête ta hest bikem hem bê to gherqim min le deryay matem to nebî min her leşê bê giynim ewînî toye nyazî jyanim Honrawey: Aşna Awazî: Burhan Muftî | |
|