Xorte Kurd المدير العام
المؤهل المدرسي : جامعي الجنس : عدد المساهمات : 141 تاريخ التسجيل : 17/08/2009
| موضوع: كاسيت كامل للفنان الراحل آرام الإثنين سبتمبر 28, 2009 2:15 pm | |
| Nergiza Zînê Şepal û Nêrgiza lê Zînê Qeşengî bi nazî şêrînê Hem gulî rihanî bi bîhnê Tu melhema ser birînê
Dîlber were tu çi kubarî Memik ji sêvan û hinarî Nêzî min be were bi diyarî Tu weke birûsk û arî
Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne Rûkên te yî sor weke hingivî ne Nav bexçê me weke gula şîne Ber êvarê boyî min şîvîne Te hîv û roj li min kire tarî Li ser min teyrok û baran barî Çima nêzîk dibî bi dilsarî Dil û ceger şikand bi yek carî Gotin: D. Mîdî Muzîk: Aramê Dîkran Sebra dila Sebra dila, dêm ji gula Derî veke xanima min Nekeve pey derd û kula Derî veke canima min
Sebra dila, dêm ji gula Derî veke xanima min Nekeve pey derd û kula Derî veke canima min
Ez kêfxweşim, ne serxweşim Derî veke xanima min Bûyî evîna te dilxweşim Derî veke canima min
Doz û gazinan ji min neke Derî veke xanima min Derd û kulê min geleke Derî veke canima min
Derd kulê min nayên jimar Derî veke xanima min Şev û ro mam bê cî bê war Derî veke canima min Gotin: Cegerxwîn Muzîk: Aramê Dîkran
Xemilî Zozan Xemilî zozan û min re keniyan Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê Gulê gazîkir, min hate manya Ez dikim herim yar bi min re nayê Kanî xulxulîn, orta çiyan de Dunya bû zaynet û textê şahiyê Dikim ku herim tebyeta seyra Ez dikim herim yar bi min re nayê
Yara min bedew, nola van gulan Kîjan rewş daye, emrê dunyayê Gul gelek hene, çav reşa dila Ez dikim herim yar bi min re nayê Gotin: Kurdekî Ermenistanê Muzîk: Aramê Dîkran Te ez kalkirim Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buher çû, te payîz anî
Hêviya min nema di jînê de Bê kes mame vê dinê de Gula dilê min çilmisî Qe şîn naba ji îro pêde
Ka tu biner li halê min Te çi aniye li serê min Birînê zor daye ser min Mirin gelek nêzîk bû li min
Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabe Gotin: Ebdulmesîh Efrînî Muzîk: Aramê Dîkran
Bilbilo Hey lê, lê wayê gidî bilbilo Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro Perîşano, de sêwîyo, mihaciro Tu bi hasrera hêlîna keviro Bilbilê reben guneye na lîlîne De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne De derdê bilibil ne qefesa zêrîne Meqsedê wî wetenê xwe bibîne Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax Tu çima mayî wisa bê dar û şax Tu rebenî guneyî, sêwîyî Stara te tune tu bê ciyî Gotin: Dîkran Melîkyan Muzîk: Aramê Dîkran
Wexta zeryam nişan kirin Wexta Zerya min nişan kirin Davê birîna min vekirin Birîn tije xwê dikirin Derman çare pê nedikirin
Çi zinarek teqeteq e Min gul çinî te kir baqe Kê dîtiye kê bînaye Qîz ser kuran bûê aşiqe Çi kanîke wê qiçqiçî Cotê kawa lê xaricî Xwezla min li wî xortî bûye Ew bidilê xwe zewicî Gotin: Kurdekekî Ermenistanê Muzîk: Gelerî
Şev çû Şev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo Xanî buye zîndan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo
Tenê hiştim ay dil îşev çima çû Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû Rabe pey kev ay dil zû wê werîne Tez biriştim ay dil îşev çima çû Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle) Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî Ax dema destâ wê li bin serê min Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî
Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na Çima îro tu ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna dil jî her tim namîne Gotin: Cegerxwîn Muzîk : Aramê Dîkran
Bêbextî Li min bihorîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êş û alem Tenê hiştim vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûn yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Tenê hiştim vê bêbextiyê Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêjin ez kirime kal Bi ciwanî da destê min gopal Piştxûzkirim vê bêbextiyê Hêsîrê dahfa ber delavim Qelsim, êdî bê pesn û bê navim Por çû, çav çilmisî û rû xavim Ez hejandim vê bêbextiyê Gotin: Hekîm Sefkan Muzîk: Aramê Dîkran
Lolo Pismamo Lolo Pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leşkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweşmêra j’hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lolo Pismamo haya te j’te bî Çarika minê reş li serê te bî Roja lêdanê mêr be l’meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke L’pişta xwe girêde rext û fişek e Pisamê min î, dotmama te me Mi j’te re kil dane çavên belek e Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Aram
Gelo ew kî ye Gelo ew kî ye, ji wê de têye Çi bejnek zirav, wek rihanê ye
Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye ) Çavî kil dane, keça Kurdan e )dîsgotin
Navê wê Xan e, gula baxçan e Eslê bavê xwe, keça Kurdan e (Dîsgotin)
Ew çiqas xweş e, çavê wê reş e Bejna narîn e, bi xwe şêrîn e (Dîsgotin)
Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra Wê ji dilê min, ecêb xweş bikra (Dîsgotin)
Min xew de dîye, dibêm horî ye Nav lê danîne,dibên Têlî ye (Dîsgotin)
Bisk bi têl Bisk bi têl, bisk bi têl Her were b’ hêle-mêl Bisk bi têl, bisk bi têl Dîsa siba te bi xêr
Sibe ye tavê daye Bisk û tûncik badaye Bisk bi têl, bisk bi têl Muhbeta nav dila ye
Bisk bi têl keça rind e Çîçeka nava gund e Bisk bi têl, bisk bi têl Serê min jî bilind e
Sibe ye ro germijî Ez û tu tevde bijîn Bisk bi têl, bisk bi têl Vê hesretê m’ dikûjî
Diçim diçim nema têm Diçim diçim nema têm Ez heyirîm çi bibêm Êdî tişkî nema kêm
Ez aşiqê çavê te Memnûn im ji bavê te Lê awirên diya te
Diçim li vir namînim Bes e derda hilînim Pel ji te ra bişînim
Tu carek wer mala min Tu şa bike dilê min Ewê çi be halê min
Ax û of bê feyde ye Dem dema min û te ye Erê xelkê çi ji me ye
Leyla Tu bedew î, tu nazik î Leyla Leyla Keça Kurda çiqas rind î Leyla Leyla Leyla Leyla Leyla... Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e Leyla Leyla êvar e Hêvya te me de were Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e
Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla Leyla Leyla Leyla... Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e Leyla Leyla êvar e Hêvya te me de were Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e
Newroz e Newroz e Newroz e Newroz e Sibe ye Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e
Newroz e bihar e Bel bûne gul û dar e Bîna gul û lale Destê min bi dest yar e
Newroz û mizgîn e Bihara rengîn e Kesk û zer û şîn e Xalîça rengîn e Helbest: Cegerxwîn Muzîk: Aram | |
|