Xorte Kurd المدير العام
المؤهل المدرسي : جامعي الجنس : عدد المساهمات : 141 تاريخ التسجيل : 17/08/2009
| موضوع: Seîd Yûsif الإثنين سبتمبر 28, 2009 2:18 pm | |
| Oy felek Oy felek ji bo çi te ez hiştim ji hevalan Emirê min çardehe ez xuya dikim mîna kalan Carek bi tenê oy felekê mirada min te bi cî ne anî Wa bi derd û kulan ev dilê min her dinale Oy felek oy felek oy felek…
Oy felek ji boy çi murada min bi cî ne anî Maldarî li ba min çû feqîrîyê cem min danî Wa hevalan ez bîr kirim teva pişta xwe didan min Wa xudîya ez firotim bi erzanî Oy felek oy felek oy felek.. Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Bes e Min dilek girt û min dilek berda Dilê min bûye kanya kul û derda Te soz dida min te ez xapandim Te ez xapandim nizam bû cara çenda Bû cara çenda Bes e… Bes e… Bese keçê dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde
Te xwe dixapînî lêlê min ji rê dibî Bo te ez ranazim gulam heyanî sibê Ez ne poşman im lê bi soz û peyman im Lê tu nizanî wê çi bi serê te bê Bes e… Bes e… Bese keçê dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde
Te soz her didan bi sond û peyman Axir ji destê te lê sed carî eman Te digo îro, sibe, yan serê salê Alem zewicîn tenê ez û tu man Tenê ez û tu man Bes e… Bes e… Bese keçe dev ji min berde Bes e… Bes e… Bese heyran dev ji min berde
Xwe neveşêre kubar Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê Tu xeber şekir î, lêvê te hungivîn e
Ro li min bûne sal bo te şêrîn yarê Dil dike nale-nal derman bik kubarê Zerya min çawxezal tûyî bûka tarî Brînê min gelek kûrin tu wer bikewîne Çavê min bûne newal tu bes min bigrîne
Ez ne xerîb im kubar xortekî gundî me Ez evîndar im bawerke ez ne xwînî me Çavêm qerimîn ji te bê hêvî me Brînê’m gelek kûr in tu wer bikewîne
Xwe neveşêre kubar ser rûkê hêlîn e Tu pir delal î canê rûyê te zêrîn e Tu rû qirmizî, wek sêvê Xelatê Tu xeber şekir î lêvê te hungivîn e Gotin û Muzîk : Seîd Yûsif Jinê jinê Jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Jinê jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Çendî tu bêjim tu hêja yî Tu gul î û sebra dila yî Li pişt min wek çiya yî Hêjaye malê dinê
Kurdino min hêvî heye Rêka cengê fire ye Ciyê jinê tê heye Jin jî ne kêmî we ye Bextê we guh bidinê Hêjaye malê dinê
Xelk tev çûne ezmana Jin jî her tewlî wana Jin jî wekî mêran e Ê me bê xwendin mane Li mal dimînin bi tenê E’li bextê we guh bidinê
Li cîhanê seranser Jin dixwîne û diçe şer Jina Kurdî tev gewher Welatparêz xebatker Dûr nekin ji xwendinê Hêjaye malê dinê
Jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Jinê jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Çendî tu bêjim tu hêja yî Tu gul î û sebra dila yî Li pişt min wek çiya yî Hêjaye malê dinê
Ez tî me Tî me ez tî me ez tî me, li ser kaniyê min te dî Ji xwe tu nizanî ez kî me, te av neda min û nekir fedî
Weke xerîba dihatim, bi wî çavî limin dinêrî Te digo ji xwe min nasnakî, ji derda min dabû girî Soz da bû cara sedî
Do bû bi serê min sond dixwar, me dabû hev soz û peyman Go hatî go her tine hawar, wey bêbexta Te ez hiştim bê xwedî
Dil bir wê dil bir wê dil bir, felek serê min gerand Kulê dilê min ê pir kir, mejî ji serî firand Dil bir û nema didî Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Rûken Xwînşêrînê rûkenê delala dilê min bi tenê Ka ew roja ez te bînim dest bavêjim wê gerdenê
Ezê çiya bihejînim, bi zor-bi xweşî wê bînim Ji bo te ez ne sax im ez miriyê xwîna şêrîn im
Te ji vî dilî navêjim, ez evîndarê teyî ji mêj im Sebra dilê min tu yî li her deverî dibêjim Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Çûme Cizîrê Ooof... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan Ax şahlûl û bilbil li hev bûne cote Me gotinê evînî ji hevre digota Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan
Oof... çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî Keçkên Helebiya werne wî alî Lê keçkên Estêliya werne vî alî Lê keçkên Cizîriya werne vî alî Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî
Oof... çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e Wele jê derketin ew birê jina Çûme ya pêşî lê gelekî kin e Çûme ya nêvî ne li gorî min e Ez çûme ya dawî ew yara min e Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Nazik û nazdar Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar
Xewa şevê nizam çî ye dimînim şiyar Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar Ew roja te gul anî dil ji navê deranî Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar
Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Nofa Endî ware peytaxtê lê lê... Endî warê peytaxtê, keç xatûna li ser text e Şûşa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e Çima îznê nadî min, nîvsaatekî bême rex te Lê lê… Nofa
Amûdê ber bi bayê lê lê… Nofa Amûdê ber bi bayê, Dirbêsiyê ava ye Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî Nofa keça axa ye lê Nofa…
Lê Nofa te zeriyê lê lê… Nofa Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê Xlulamâ te sipehiyê, ferze keça xelkê bû Muhbeta dilêm ketiyê Nofa… Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê Ez xulama sîng sipîyê, bejin ji dara biyê Xweska ez buyama gustilk, ketbama wê tilîyê Ferzê keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa… Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Min dil da te Min dil da te carek carek di nadim dil Kul û derdêm bûn barek di serî de nema aqil
Xewa şeva li min diçû bi derda re dimam şiyar Li min nema reng û rû ji evîna tey dijwar
Min dil da te poşman im te dil da ber derba şûr Ez bi avê nizanim, te ez kirime behrek kûr
Dixwînim li ser yarê ez bi vî zimanî Tu carî ji bîra min narê sebrê dil bîr nayê
Çi bi serê min kir evînê ez mame komek hestî Hinav tev bûn wek xwînê roja te dil xwestî Gotin û Muzîk: Seîd Yusif
Meş ordekê Wez ji teyran teyrê reş im Ha meş meş ordekê Hemayloka bi neşîn im Ha meş meş ordekê
Aşiqê keçka keleş im Ha meş meş ordekê Aşiqê keçka keleş im Ha meş meş ordekê
Ez ji teyra teyrê sipî me Ha meş meş ordekê Ez ji teyra teyrê sipî me Ha meş meş ordekê
Hemayloka bi rîşî me Ha meş meş ordekê Hemayloka bi rîşî me Ha meş meş ordekê
Aşiqê keçka gundî me Ha meş meş ordekê Ez maşûqê keçka gundî me Ha meş meş ordekê
Wez ji teyra teyrê şîn im Ha meş meş ordekê Wez ji teyra teyrê şîn im Ha meş meş ordekê
Hemayloka bi neşîn im Ha meş meş ordekê Hemayloka bi neşîn im Ha meş meş ordekê
Bo yarê ez har û dîn im Ha meş meş ordekê Bo yarê ez har û dîn im Ha meş meş ordekê
Wez ji teyra teyrê zer im Ha meş meş ordekê Wez ji teyra teyrê zer im Ha meş meş ordekê
Hemayloka dor bi ber im Ha meş meş ordekê Hemayloka dor bi ber im Ha meş meş ordekê
Aşiqê keçka esmer im Ha meş meş ordekê Aşiqê keçka esmer im Ha meş meş ordekê Gotin û Muzîk : Seîd Yusif | |
|