Xorte Kurd المدير العام
المؤهل المدرسي : جامعي الجنس : عدد المساهمات : 141 تاريخ التسجيل : 17/08/2009
| موضوع: كاسيت كامل لــ خيرو عباس الإثنين سبتمبر 28, 2009 2:23 pm | |
| Derdê dûrî Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Tev bûne rewî, ketin ser riyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê ez mame xerîb, li nav xwediyan Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Jiyana min bû, wek şevek tarî Pişta min tewiya, ji bar Giranî Hêstir ji çava, ser rû dibarî Nebextê zemên, ku bimin dikarî Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Xew neket çava, dimînim şiyar çav li riya wa, ji mir bûye kar Havîn zivistan, nabê wa hat buhar Xerîbî tucar ji mer nabê war Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Gotin û Muzîk: Xalid Zinal
Çima yarê Çima yarê çima Dil kirye bahra xema Carek nadêm sozê Her tim dibêjêm hema Dînim gava tu dûrî Nîvê emrêmi dibûrî Dimrim ji ter nexema Dimrim ji ter nexema Wer dam biçin germavê Nav çîmena û ber tavê Ji zûva li benda tema Ji zûva li benda tema Ma gelo evîn wihaya Hemû êş û belaya Ti hêz diminda nema Ti hêz diminda nema Gotinû Muzîk: Peywan Arjîn Evîna pêşî Por berda wê li ser mila Herdû çav tijî kila Lêv sora weke gula Lêlê lêlê lêlê Derbasbû bilêva kenî Kes nedît wê mi bitnê Didilda migot tu ya minî Lêlê lêlê lêlê Derbasbû wek perîya Meşek kir wek horîya Min nasnekir ew kîya Lêlê lêlê lêlê Wêjî dît min lênerî Rawesta hêdîperî Têrnebûm ji dîtina zerî Lêlê lêlê lêlê Li xwe fitilî bimir kenî Go bid pey min ez benî Min bighê heya biderî Lêlê lêlê lêlê Me sozek bihevre da Ku çênebê tu bela Ewe bûk ez zava Lêlê lêlê lêlê Gotin: Husên Abbas. Muzîk: Xêro Abbas.
Rêwî Westîyabû ji rêka dûr Dinalîya ji birîna kûr Pişta xwe da dareke sitûr Û distira û distira Hey lêwayê li minê Li min koçerê rîya mirinê Li min hêsîrê destê nezanê dînê Hey li minê !......... Rîyê li ber min sisê û çarin Rîya pêşî bitirse çete kozik têde vedane Rîya diduwan diçê biber roma bê îman Rîya sisîyan bi keleme û bikaş û newale Hêz di çogê mide nemane Rîya çara para mine ezê li dar û berê çîya Bibim mêhvan heya mirinê. Gotin û Muzîk: Hekîm Sefqan
Hatî birêve Hatî birêvê bîhok û sêvê Destê xwe da min ew şekir lêvê Sînga sipî da..dabû alîyê xaç Wekî mirîda mi çand hezar maç Bisk didan alî ser rûkê min geş Bihezar salê ez dimam nexweş Ketim lehîya sor pêra diçim jor Dar û av û çem ken li hawêrdor. Helbest: Helîm Yûsif Muzîk: Mustefa Kendeş
Dil şikestî Bê evîna te li min çi sara Çendî şikestî û dil bê wara Çav pirsîyarî ji gul û ji dara Ma gelo rojekê tê li min vegerê xerîbê lê, vegera lê wekî berê, wekî berê Hê li bîra min hêsrê çavê ta Gava tu çûyî te got bixatirê ta Ez bihêvîma go bêma bîra ta Bendewarim roja hatina ta xerîbê lê, vegera lê wekî berê, wekî berê Gava ku roj herê ava Pêra dimrê ronya tava Çûk û bilbil vedigerin hêlînê tu bitenê tê bîra min heyy lê şêrînê. xerîbê lê, vegera lê wekî berê, wekî berê Gotin: Bextiyar Sefo Muzîk: Xalid Zeynal Sibe zû Sibê zû hat ba min Bêhna gula hate min Dil sipî bû wek rokê Dinya û alem bû li cem min Sibe zû hat odê Ruh û canêm şinda Gava mi go tu ji kû tê Go ez horîya xwedê da Li bendî te mam ji mêjda Hey kanîya jîyanê Neçirvano qurbanêm Hey xezala li berîyê Sibê zû hat ba min Bêhna gula hate min Dil sipîbû wek rokê Dinya û alem bû li cem min Gotin û muzîk: Ciwan Şêxo Sûnda min Ka ew buhara xweş û Şêrîn Ka ew gulên sor û rengîn Dilêm tev bû kul û birîn Ji xerîbîyê Hêsir digrîn Kurdistana me jêra divê Jêre divê, pir mal û xwîn Ezê bidim ew dil û cerg û jîn Ez sûnd dixum bişehîdê kurdan Wan şehîdên ku didilde man Ez sûn dixum bileyla hesin Bileyla hesin û Leyla Zana Ez sûnd dixum ku rizgarbikim Welatê xwe kurdistan, ax... Gotin: Feyrûşe Haco Muzîk: Xêro Abbas Şikrîya Şikrîya Şikrîya Eman neman şikrîya Way eman neman şikrîya Şikrîya Şikrîya Eman neman şikrîya Delala dilêm şikrîya Ava serê kanîya Eman neman şikrîya Way ava serê kanîya Şikrîya Şikrîya Eman neman şikrîya Delala dilêm şikrîya Fîraqê ji bîr meke Li vê dunyayê adete Lo, vînî her adete Şikrîya şikrîya Eman neman şikrîya Way eman neman şikrîya Ava serê kanîya Eman neman şikrîya Delala dilêm şikrîya Pirsa neke ez kîme Ne mehkûm û xwînîme Wez hêsîr û girtîme Şikrîya şikrîya Eman neman şikrîya Way eman neman şikrîya Ava serê kanîya Eman neman şikrîya Way ava serê kanîya. Gerek em bihevrebana Gerek dilê me yekbana Dunya hingî wê ya me bana Şikrîya şikrîya Way eman neman şikrîya Berfa bişev barîya Li ser dev û lêvêm helîya Way eman neman şikrîya Gotin û Muzîk: Gelêrî (Qamişlo) Serpêhatiya nisran Roj diçû ava... Dikişand tirejên xweyî zêrîn. Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan! Car carna radiwesta li pişt xwe dimeyzand. Hêdî hêdî xwe diveşart û dikete bextê girê tirban! Go were Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman! Mi go Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman! Min jî da, rê ji dugirê, min berê xwe dida... Nisran nisran. Şevê bandikir... Go ho tu min nabê mêhvan. Şev dikenî dirahişte heyvê û çend sitêrka Bisênga xweve daleqand. Digo nexwe gelek xeman. Piştî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran. Lê min dixwest ji şevê bipirsim. Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran? Kete navbera min û şevê de. Ewrina Reş û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran. Min bandikir şevê. Şevê, Şevê, Şevê... Gotin: Husên Abbas Muzîk : Xêro Abbas | |
|